• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Tirkiyeyê civiya

Gulan Media March 14, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Tirkiyeyê civiya
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Tirkiyeyê bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve Sedad Onal civiya.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li deverê, têkiliyên du alî û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistan hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî xwesteka Kurdistanê ya bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî ku li gor berejwendiyên her du aliyan be, diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de Sedad Onal jî hêviya serkeftinê di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bo Mesrûr Barzanî xwest û xwesteka Tirkiyeyê jî ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê weke cîran û deriya bo deverê û Îraqê diyar kir.

Giftûgo kirin li dor pêşhatên deverê, rewşa ewlekarî ya deverên sînorî û rola kompaniyên Tirkî li Kurdistanê de, çend mijarên din yên vê civînê bûn.

Top