Li Çewligê bi hêza 4.2 pile erdhejeke nû çêbû
Li navçeya Bongilanê ya ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ve bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbû û û li Amed û bajarên derdorê jî hest pê jat kirin.
Piştî erdheja 6ê Sibatê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku roja Duşemê 6ê Adara 2023an demjimêr 07:57 deqe bi hêza 4.2 pile li Bongilanê ser bi parêzgeha Çewlîgê erdhejek çêbûye. Herwiha kûrahiya erdhejê jî 13.29 kîlometre bin erdê ye.
Resetxaneya Kandilli jî ragihand ku erdheja li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewlîgê bi hêza 4.1 pile ye û kurahiya wê jî 5 kîlometre bin erdê ye.
Di demekê de ku mehek di ser erdhejên Mereşa Bakurê Kurdistanê re derbas dibe û bûn sedema canjidestdana nêzîka 46 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, paşlerze heta niha jî li navçeyên cuda berdewam in.
Rudaw
