Iraq- Li 4 parêzgehan xwepêşandan birêve diçin
Xwepêşandanên girseyî îşev şeva yekşemê li çar parêzgehên Iraqê dest pê kir û xwepêşandanan çend rêyên sereke girtin û bi dehan lastîk şewitandin.
Piştî ku roja şemiyê parlemana Iraqê rapor û gotûbêja sêyem guhertina proje yasaya hilbijartinên encumenên parêzgehan û navçeyan bi dawî anî, xwepêşandanên berfireh çend navçeyên Iraqê li xwe girt.
Medyaya Iraqî belav kir ku bi sedan welatî li dijî pêşnîyara serrastkirina yasaya hilbijartinan li parêzgehên Ziqar, Wasit, Dîwaniye û Necefê xwepêşandan kirin û di encamê de agirên mezin li çend rêyên sereke yên parêzgehan ketin û lastîk şewitîn.
