Îro salvegera rêkeftina şûm ya Cezayirê ye li dijî mafên gelê kurd
48 sal bi ser rêkeftina şûm ya Cezayirê re derbas dibe ku di navbera Îran û Iraqê de li dijî mafên gelê Kurdistanê hat îmzekirin.
Îro 6 Adarê ye û 48 sal bi ser wê roja reş re derbas dibe ku roja 06.03.1975ê li Cezayirê rêkeftinek li dijî mafên gelê Kurdistanê di navbera du dijminên qedîm de hat îmzekirin; Îran û Iraq.
Rêkeftin ji aliyê cîgirê serkomarê wê demê yê Iraqê Sedam Husên û şahê Îranê Mihemed Riza ve hat îmzekirin.
Li gorî rêkeftinê, Iraqê çemê Şetul Ereb dida Îranê û li hember de jî Îranê êdî dest ji alîkarîkirin û piştevanîkirina xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berdida.
Piştî wê rêkeftinê, şoreşa gelê kurd li Başûr bi rêbertiya Mela Mistefa Barzaniyê nemir bi rengekî demkî şikest lê piştî demek kurt dîsa xebat û şoreş bi fermana Barzaniyê nemir û bi serkirdetiya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir û bi serhildana 1991 gihîşt serkeftinê.
Basnews
