• Friday, 20 February 2026
logo

Li Mûşê rêyên berfa wan gihîştiye 4 metreyan têne vekirin

Li Mûşê rêyên berfa wan gihîştiye 4 metreyan têne vekirin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo ku rêya gundên taxa Sêmalê ya ku stûriya berfê gihîştiye 4 metreyan bên vekirin, tîmên peywendîdar dixebitin.

Ji bo vekirina rêya gundên taxa Sêmalê ku 10 gundan û 21 mezrayan pêk tê, 3 roj e xebat dewam dikin ku berf bê paqijkirin.

Operatorê makîneya kar Haşîm Înce da xuyand ku ji ber berf û bagerê stûriya berfê gihîştiye 4 metreyan.

Haşim Înce got ji ber metirsiya aşûtê ew bi zehmetî dixebitin û wiha domand: "Em gav bi gav pêşve diçin. Armanca me ew e ku em di nav 3 rojan de xwe bigîhînin hemû gundan. Berf pir hişk bûye, makîne bi zorê dixebitin. Lê dîsa jî em hemû derfetên xwe bi kar tînin û hewl didin rêya gundan vekin."

 

Rudaw

Top