Pisporekî keşnasiyê: Sibe barîna baranê dest pê bike
Pisporekî keşnasiyê ragihand sibê piştî nîvro li deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê barîna baranê dest pê dike.
Pisporê keşnasiyê Sîrwan Salih şeva yekşemê 05.03.2023ê got: “Ji piştî nîvroya roja duşemê heta sibeha roja sêşemê ji ber bandora herêmeke kêm tansiyona Behra Spî li piraniya deverên çiyayî îhtîmala baran û birûskê heye. Ji nîvro heta rojavabûnê bayê başûr di saetê de 15 heta 20 kîlometre tê pêşbînîkirin."
Pêla baranê dê li navendên Duhok û Hewlêrê yên Herêma Rojavayê Kurdistanê lawaz bibe û roja sêşemê bi dawî bibe.
Basnews
