Xaneqîn – DAIŞê Qeretepe da ber topan
Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, Mihemed Umer ji BasNewsê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê başûrê nahiya Qeretepe dan ber topan.
Mihemed Umer her wiha got, di encama wê êrişê de kesek bi navê Hesen Muhsin hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn ku hinek ji wan birînên wan giran in.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew kesê ku hatiye kuştin, polîs e.
