Hulusi Akar: Me tu caran êrîşî brayên xwe yên Kurd nekiriye(!)
Da zanîn ew YPG û PKK dikin armanc, ku wan wek rêxistinên terorîst dibînin.
Hulusî Akar - Eezîrê Bergirî yê Tirkiyê dibêje:
"… Netew û mezheb û ola wan çibe bila be, tu pirsgirêka me bi sivîlên bêguneh re nîn e. Di dîroka me de jî nebû. Armanca me tenê terorîst in. Hêzên ewlekariyê polîs û cenderme, tenê dijî terorê şer dikin. Hember birayên Kurd tu êrişeke me nîn e. Li hundir û derve tu caran me Kurd nekirine armanc. Armanca me tenê terorîst in. Ew jî, PKK ye, YPG ye, DAIŞ û FETO û Elqaîde ne. Armanca me tenê terorîst in"
K24
