ENKS êrîşa li ser meşa bibîranîna şehîdên 12ê Adarê şermezar kir
Iro Sêşemê meşa hemwelatiyên Qamişlo ya ber bi gorên şehîdên Serhildana 12ê Adarê hat astengkirin û grûpa bi navê Ciwanên Şoreşker êrîşî ser meşê kirin û hejmarek kes birîndar kirin.
Derbarê wê êrîşê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav û ew êrîş bi tûndî şermezar kir û got ku, li taxa rojhilatê Qamişlo , di dema ku welatî diçûn goristana Qidûrbek, xelk rastî astengiyan hatin, bi taybetî kesên ku Ala Kurdistanê hilgirtibûn.
Herwiha ENKS di daxûyaniya xwe de ew kar, ku bi armanca tirsandinê binav kir, bi tundî şermezar kir û ragihand, ew yek nabe rêgir li pêşiya projeya wan a neteweyî û dê tevî êrîşan Ala Kurdistanê wek sîmbol bimîn e.
Basnews
