• Friday, 20 February 2026
logo

Konsulxaneya Amerîkayê 500 hezar dolar ji bo nûjen kirina kenîşteyekî li Akrê xerc dike

Konsulxaneya Amerîkayê 500 hezar dolar ji bo nûjen kirina kenîşteyekî li Akrê xerc dike

Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, ji bo nûjen kirina sînegog ango kenîşteyekî li qeza Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê 500 hezar dolar pare xerc dike.

Rêveberê şûnwar û kelepor a parêzgeha Duhokê Dr. Bêkes Birîfkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê gelek şûnwarên dîrokî yên giring hene. Şûnwarên Herêma Kurdistanê ji bo rêxistinên biyanî jî giring in. Ji ber ku hemû şûnwarên dîrokî xwedî kevnariyekî giring in. Di heyama borî de jî gelek projeyên cuda ji aliyê rêxistinên biyanî ve kar li ser hate kirin û naha kar ji bo nûjen kirina kenîşteyek ango sînegogekî li qeza Akrê tê kirin, ku budceya wê ji aliyê konsulxaneya Amerîkayê ve tê dayîn û dê bê nûjen kirin.’’

Herwaha got: ‘’Projeya nûjen kirina kenîşteya Hizqyal a li gundê Şûş a ser bi qeza Akrê, projeyekî hevbeşe di navbera rêveberiya şûnwar û kelepor a parêzgeha Duhok û Akrê, li gel rêxistina ARCH a Amerîka û GAME ART a Çekî hatiye îmza kirin û budceya wê jî 500 hezar dolare û ji aliyê konsulxaneya Amerîkayê ve hatiye dabîn kirin.’’

 

Basnews

Top