• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamenterekî Kurd: Yasaya helbijartina encûmena parêzgehan û Parlamentoya Iraqê dê bibin yek yasa

Parlamenterekî Kurd: Yasaya helbijartina encûmena parêzgehan û Parlamentoya Iraqê dê bibin yek yasa

Parlamenterekî Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê aşkera kir, li gor nûjen kirina yasaya encûmena parêzgehan û encûmena nûnerên Iraqê, herdu yasa dê bibin yek yasa, lê helbijartin dê demên cuda de birêve biçin.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Rêbwar Hadî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro şemiyê li encûmena nûnerên Iraqê xwandina duyem bo projeya nûjen kirina yasaya encûmena parêzgehan û encûmena nûnerên Iraqê hate kirin û pêşneyar hate kirin ku herdu yasa bibin yek yasa û hejmara bazineyên helbijartinê jî ji 83 bazineyan ve bibe 18 bazine ango her parêzgehek bazineyekî helbijartinê be.’’

Herwaha got: ‘’Tişta ku heye helbijartin dikar cuda bên kirin ango merc nîne di yek rojê de pêkbên, herwaha Helebce wek bazineya helbijartinê nehatiye diyar kirin û di vê çarçoveyê de jî emê hewldanên xwe pêşbixin.’’

Rêbwar Hadî got: ‘’Ew hemû pêşneyarên yasayî ne û piştî ku lijneya yasayî deng li ser bide dê ji wê derê jî biçe parlamentoyê û ji wê derê jî tê pejirandin û herdu helbijartin li gor wê dê bên kirin.’’

 

Basnews

Top