• Friday, 20 February 2026
logo

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî eventa TEDx Niştiman birêve diçe

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî eventa TEDx Niştiman birêve diçe

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro roja şemiyê  6emîn eventa TEDx Niştiman li Hewlêrê birêve diçe.

Di çend rojên borî de 150 ciwanên xwebexş, ji bo birêveçûna 6emîn eventa TEDx Niştiman amadekarî kirine. Îsal zêdetirî hezar beşdar, dê 14 axaftvanên navxweyî û cîhanî guhdarî bikin, ji bilî ji bajarên Herêma Kurdistanê, ji Amerîka û welatên Ewropayê jî mêvan beşdarî eventa TEDx Niştiman dibin.

Eventa TEDx Niştiman, wek eventeke navdewletî li ser asta cîhanê her sal li çendîn welatan birêve diçe û bîroke û şiyan û dahênanên ciwanan û kesayetên diyar ên nav civakê, li ser asta warên ciyawaz, pêşkêş dikin.

Di 6emîn eventa TEDx Niştiman de, hejmarek ciwan bîrokeyên xwe pêşkêş dikin, herwiha hejmarek ciwanên Herêma Kurdistanê, berhemên xwemalî dê nimayîş bikin.

 

Basnews

Top