• Friday, 20 February 2026
logo

Li Çewligê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû

Li Çewligê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû

Li navçeya Dara Hênê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 23:59 bi hêza 4.1 pile erdhejeke nû çêbû û kurahiya wê jî 14,27 kîlometre bin erdê bûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku Şemiyê 4ê Adara 2023an demjimêr 23:59 deqe bi hêza 4.1 pile li navçeya Dara Hênê ser bi parêzgeha Çewligê erdhejek çêbûye.

Serokê Komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyê û Parlamenterê AKPê yê Çewligê Cevdet Yilmaz li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê erdhejê de peyamek belav kur û ragihand ku di encama erdhejê de ti bûyereke nerênî çênebûye.

 

Rudaw

Top