Asayîşa YNKê avête ser binkeyekî grubekî ser bi PKKê
Endamê encûmena Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, ku grubekî ser bi PKKê ye li Silêmaniyê Mihemed Kerîm ji BasNewsê re ragehand, asayîşa Silêmaniyê binkeyên Tevgera Azadî û rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê dorpêç kiriye û deriyê binkeyê bi quflên xwe yên taybet ve daxistine.’’
Herwaha diyar kir ku asayîşa Silêmaniyê demeke kar û çalakiyên Tevgera Azadî û PKKê qedexe kiriye, lê ew karê YNKê em sar nekirine.
Herwaha diyar kir ku asayîşa YNKê li Silêmaniyê berdewam çavdêriya binkeyên me dikin û binkeyên me dadixin.
Derbarê heman mijarê de rêvebera diyar a Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, her naha jî asayîşê avêtiye ser binkeyê Tevgera Azadî û dorpêç kirine.
Basnews
