• Sunday, 15 February 2026
logo

Derbarê Parlamentera CHP jî, bi tometa bangeşeya PKK lêpirsîn hat vekirin

Gulan Media March 13, 2019 Nûçe
Derbarê Parlamentera CHP jî, bi tometa bangeşeya PKK lêpirsîn hat vekirin
Derbarê Parlamentera CHPê Aysu Bankoglu de, bi tometa bangeşeya PKKê lêpirsîn hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Parlamentera CHPê ya Bartinê de bi tometa "bangeşeya rêxistina terorê" û "pesindayîna tawan û tawanabaran" lêpirsîn vekir.

Parlamentera CHPê Aysu Bankoglu, di beşdariya kaneleke Tirkiyê de dabû xuyakirin, desthilat her tim dixwaze HDP wek baskeke PKKê nîşan bide, cudahî bixe navbera rastgir û çepgiran, bi gotinên man û nemanê tirs û cudahî dixe nav gel. Dixwaze bila PKKyî be, endamên "Hevpeymaniya Zîletê be", ferq nake daxwaza dengên hemûyan dikin.

Piştî lêpirsînê Bankoglu da xuyakirin, wê gotinên rayedarên desthilatê bikaranîne û armanca wê jî ewe ku, cudahiya desthilat dixe nav xelkê nîşan bide.

K24
Top