HSD: Di nav 24 saetên borî de 3 hezar çekdarên DAIŞê teslîm bûn
Berdevkê HSDê Mistefa Balî li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, di heyama 24 saetên borî de 3 hezar çekdarên DAIŞê teslîmî şervanên HSDê bûne.
Balî her wiha daye zanîn, şervanên HSDê 3 jin û 4 zarokên Êzîdî jî ji Baxozê rizgar bikin.
Berdevkê HSDê aniye ziman ku şerê wan li Baxozê li dijî DAIŞê berdewam e û gotiye, di demek nêzîk de ew şer dê xilas bibe.
Basnews
