• Sunday, 15 February 2026
logo

Dizên mûçeyên fermanberên nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatin girtin

Gulan Media March 13, 2019 Nûçe
Dizên mûçeyên fermanberên nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatin girtin
Piştî kêmtirî 24 demjimêran, dizên mûçeyên Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê hatin girtin. Ji bo girtina wan dizan û dîtina pereyê ku hatibû dizîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve zêdetir ji 200 xalên pişkinînê hatibûn danîn.



Birîkarê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Celal Şêx Kerîm ji Rûdawê re ragihand, “şeva bihorî hêzên Asayiş, Dije Terorê û Polîs pereyên dizî yên mûçeyên karmendên Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê dîtin û 4 kes bi tometa dizîna wan pereyan hatine girtin.”



Li gor agahiyan, tometbarê yekem li Taxa Raperîn a bajarê Silêmaniyê hate girtin û yekî din bi birîndarî hatiye girtin.



Wezîrê Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan jî da xuyakirin, ew bi hêvî ye ku saziyên Herêma Kurdistanê bi berdewamî di dema veguhestina pereyan ji bo bankan de, hemahengiyê ligel hêzên navxwe bikin.



Rêbaz Hemlan herwiha spaisya Wezareta Navxwe, hêzên Asayiş, Polîs, Dije Teror û tevahiya saziyên pêwendîdar ên parêzgeha Silêmaniyê û hevwelatiyan jî kir, ku “hemû tevde ji bo dîtina tawanbaran û vegerandina pere û mûçeyên fermanberên Nexweşxaneya Şar a li Silêmaniyê hemaheng bûn.”



Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Cemal Ehmed Cemîl jî ragihand: “Ez bi hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê re axivîm û wan ji min re gotin ku şeva bihorî li taxeke bajarê Silêmaniyê dest bi ser pere de hatiye girtin û ew kes jî hatine girtin ku ew kar kirine.”

Rudaw
Top