• Friday, 15 May 2026
logo

Bayik behsa parastina yekparçeyîya Sûriyê dike

Gulan Media March 13, 2019 Nûçe
Bayik behsa parastina yekparçeyîya Sûriyê dike
Hevserokê Komeleya Civakên Demokratîk (KCK) Cemîl Bayik ji medyaya PKKê ra axivîye û aşkere kiriye ew ne ligel wê yekê ne ku kurd ligel yekparçeyiya Sûriyê bin. Herwiha Bayik gotiye Xweseriya Demokaratîk a PYD- TEVDEMê daniyê wê yekîtiya Sûriyê xurttir bike.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji medyaya PKKê ra axivîye û behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kiriye. Bayik dibêje kurd hîmên bingehîn ê “Sûriyeya demokratîk in” û wiha gotiye: “Ne olperestî, neteweperestî û mezhebgerî, ancax feraseta neteweya demokratîk aramiyê bîne. Hatiye dîtin ku kurd, hîmê bingehîn ê Sûriyeya demokratîk in. Lewre hatiye dîtin ku pêkanînan xweseriya demokratîk a ji bo hemû gel, nasname û herêman wê yekîtiya Sûriyê xurtir bike.”

Herwiha di beşekî din ê hevpeyvîna xwe de Bayik dibêje pirsa kurdî ancax bi demkratbûn û parastina yekîtiya axa Sûriyê mimkun e. Bayik behsa demokratkirina Sûriyê kiriye û wiha gotiye: “Şoreşgerên Rojava û gelên Bakurê Sûriyê yekîtiya Sûriyê diparêzin û dibêjin ev jî bi demokratîkbûnê pêk bê. Heke demokratîkbûn çênebe, dîsa li pey hegemonyayê bibezin, lihevkirin wê zehmet çêbe. Wê yekîtiya Sûriyê pêk bê û wê ev jî bi demokratîkbûnê pêk bê. Li Sûriyeyeke ku xweseriya gelê kurd, nasnameyên cuda û herêmê ya xwe dispêre demokrasiya herêmî, wê li Sûriyeyê yekîtiyê xurttir bike. ti hêz nikare yekîtiya Sûriyeke wiha xirab bike.”

Beriya bi du mehan jî Bayik gotibû Amerîka dixwaze hevpeymaniyekê dijî Îranê durist bike û dijî rejima Îranê lêbelê ew ne ligel wê yekê ne ku kurd dijî Komara Îslamî ya Îranê şer bikin.

Basnews
Top