Gorran daxwazekî YNKê ya civînê red kir!
Li gor zanyariyên BasNewsê, piştî civîna li gel Komela Îslamiya Kurdistanê, YNKê ji Gorran daxwaz kiriye, bi armanca rêkeftinekî li ser pirsên siyasî civînekî pêkbînin, lê berpirsên Gorran ew daxwaz red kiriye.
Herwaha BasNewsê zaniye ku beşek ji nîgeraniyên rêveberên Gorran ji YNKê, ji ber daxuyaniyên berpirsên YNKê yên piştî rêkeftina Gorran û PDKê ye, ku bi awayên cuda cuda û bi rêya çapemenî û medya civakî ve gef li Gorran xwaribûn. Herwaha beşek din jî pêwendiya xwe bi wan payeyên Gorran ve heye ku di îdareya Helebçê de ji wan re hîn nehatine dayîn.
Endamê Civata Niştimaniya Gorran Emîr Hacî Kemal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me ji YNKê re got rêkeftina Dabaşan bicîh bînin, em amadene li gel yek rûnên, em ji ti rêkeftinekî poşman nînin, ji ber bo berjewendiya xelkê bûye.’’
Herwaha zanyariyên BasNewsê yên derbarê YNKê de piştrast kir û ragehand: ‘’YNKê bi fermî daxwaza civînê li me kir, lê me ji wan re got, herin niyetekî baş nîşan bidin, wê demê emê li gel we bicivin.’’
Basnews
