• Friday, 20 February 2026
logo

Kiliçdaroglu piştî peyama Akşener: Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne

Kiliçdaroglu piştî peyama Akşener: Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî daxuyaniya Seroka ÎYÎ Partiyê ya vekişîna ji maseya 6 partiyên opozîsyonê got, “Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener îro Înê 3ê Adara 2023an di daxuyaniyeke çapemeniyê de vekişîna xwe ji masye 6 partiyan ragihand ku ev zêdetirî salekê bû ji bo hilbijartinên bê yên Tirkiyê di nav hevahengiyê de bûn.

Akşener got, “Di civîna duh de me behsa berbijêrê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel berbijêriya Kilicdaroglu ne. Me bo berbijêriya serokkomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Meral Akşener diyar kir ku wan gelek hewil dane ku careke din demokrasiyê li Tirkiyê ava bikin û got, “Me ji bo miletê xwe înad kir. Em rûbirûyî sivikatiyê bûn lê me li ber xwe da. Bêbextî li me hat kirin lê em rûbirû bûn. Em hatin lînckirin, lê em hilneweşiyan. Bêyî ku em aciz bibin û dest jê berdin em bi berdewamî axivîn, me nêrîna xwe got û bi wan da guhdarkirin. Lê mixabin nebû. Ez bi xemginî dibêjim ku di rewşa dawî ya ku em hatinê de ji duh û şûnde maseya 6 partiyan, şiyana xwe ya nîşandana îradeya milet ji dest daye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Meral Akşener bang li Serokên Şaredariyên Stenbol û Enqerê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kir ku di pêvajoya berbijêriya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heman rojê piştî demek ji van axavtinan li ser pirseke derbarê gotinên Akeşener de got, “Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne.”

Kiliçdaroglu li ser pirsa “hûn dê ji niha û şûnde çi bikin?” jî got, “Em li ser rêya xwe berdewam dikin.”

 

Rudaw

Top