• Sunday, 15 February 2026
logo

Fransa û Almanya 'parlamentoya hevpar' dadimezrînin

Gulan Media March 12, 2019 Nûçe
Fransa û Almanya 'parlamentoya hevpar' dadimezrînin
Peymana damezrandina parlamentoya hevpar a Fransa û Almanya, ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve hate pesendkirin.



Piştî pesendkirina Parlamentoya Fransayê, eger ku ji aliyê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) ve jî bê pesendkirin, dê Parlamentoya Hevpar a Fransa- Almanyayê dest bi kar bike.



Parlamentoya Hevpar a navbera Fransa û Almanya dê ji 50 parlamenterên Parlementoya Netewî ya Fransayê û 50 parlamenterên Parlamentoya Federal a Almanyayê pêk bê. Ew parlamentoya hevpar dê salê du caran bicive û çavdêriya pêvajoya xurtkirina pêwendiyên navbera herdu welatan bike.



Serokê Parlamentoya Fransayê Richard Ferrand, kêfxweşiya xwe ya li hember pesendkirina parlamentoyê anî ziman û got: “Pêkanîna Parlamentoya Hevpar, nîşaneya xurtbûna pêwendiyên me ye.



Melenchon li dijî biryarê derket



Ji aliyekî din ve Serokê Tevgera ‘Serê xwe Netewîne Fransa’, Jean-Luc Melenchon ku wek siyasiyekî çepgirê tund tê nasîn, li dijî vê biryarê derket. Melenchon, di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Hevpariyên Fransayê ji Almanyayê bêhtir bi cîranên başûrê Fransayê re hene. Avakirina vê parlamentoyê, dê ji aliyê welatên din ên Ewropayê ve têgihîştineke neyênî çê bike. Têgihîştina ‘her tişt ji aliyê herdu welatan (Fransa û Almanya) ve tê birêvebirin’ a welatên din ên Ewropayê, dê ziyanê bide berjewendiyên Fransayê.”



Li gor peymana navbera herdu welatan, Parlamentoya Hevpar, ji bo biryarên hevpar bêne dayîn, dê bikaribe pêşnûmayan pêşkêşî parlamentoyên herdu welatan bike.



Ev peymana navbera herdu welatan, yekem car di 1963an de, li Koşka Elyseyê hatibû îmzekirin. Piştî 56 salan ev peyman hatibû nûkirin û li bajarê Aachen ê Almanyayê, ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû îmzekirin.


Rudaw
Top