• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye: Amerîka tekoşîna me ya li dijî terorê bi zanebûn berovajî dike

Tirkiye: Amerîka tekoşîna me ya li dijî terorê bi zanebûn berovajî dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku “Rapora sala 2021an a Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Terorîzmê”  bi zanebûn rûbirûbûna Tirkiyê ya li dijî rêxistinên terorîst berovajî dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di “Rapora 2021ê ya Terorîzmê” de behsa Tirkiyê kiriye û gotiye, “Tirkiyê li Irak û Sûriyê operasyonên xwe berfirehtir kirine û di êrîşên esmanî yên li Herêma Kurdistanê û Rojava de li dijî PKKê, gelek zarok û sivîlên din jî canê xwe ji dest dane.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye, “Tirkiye, ji bo terorîstên ku dixwazin derbasî Sûriyê û Iraqê bibin, bûye xala derbasbûnê. Ew şerê PKK, DAIŞ û DHKP-C  dike û Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymana Amerîka ye, weke baskekî PKKê dibîne û ev di navbera Amerîka û Tirkiyê de mijareke nakok e.”

Rapor dide zanîn ku Tirkiye, Hamasê weke rêxistineke terorîstî nabîne û ofîsên Hamasê li Stenbolê hene û serokê wê Îsmail Haniye bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê dike.

Di raporê de behsa hewla derbeya 15ê Temûza 2016ê jî hatiye kirin û gotine “Hikûmeta Tirkiyê, Tevgera kesayeta ayînî û siyasî a li sirgûnê Fethullah Gulen weke Rêxistineke Terorê bi nav dike. Lê Tevgera Gulen li Amerîkayê, terorîst nayê dîtin.

 

Rudaw

Top