• Friday, 20 February 2026
logo

CENTCOMê bîlançoya operasyonên xwe ragihand

CENTCOMê bîlançoya operasyonên xwe ragihand

 Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka dibêje, di meha Sibatê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi sekirdayetiya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û hêzên hevbeş 48 operasyonên dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam dane û 22 çekdar kuştin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Înê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku ew pişta xwe bi hêzên navxweyî û bi taybetî HSDê ve girê didin da ku guvaşê li DAIŞê bikin.

CENTCOM dibêje, di encama wan operasyonan de, 4 serbazên wan û segekî wan birîndar bûne û hemûyan jî çareserî wergirtine û ti serbazekî wan nehatiye kuştin.

Fermandariya Navendî ya Amerîka hişyarî dide ku bê guvaşa li ser terorê, hewlên DAIŞê yên ji bo kirêgirtin û xwerêkxistinê bihêz dibin û ew rêkxistin şiyanên xwe ji bo encamdana êrîşan li navçeyê û li dijî hevpeymanan û berjewendiyên Amerîka rêk dixe.

Artêşa Amerîkayê li ser operasyonên xwe yên li Iraqê dibêje, wan 33 operasyon encam dane ku hemû operasyonên hevbeş in li gel hêzên ewlekariyê yê Iraqê û di encamê de 17 çekdarên DAIŞê kuştine, 14 çekdar jî girtine.

 

Rudaw

Top