• Friday, 20 February 2026
logo

Li Meletiyê 88 hezar xaniyên hilweşiyayî û zerar dîtine hene

Li Meletiyê 88 hezar xaniyên hilweşiyayî û zerar dîtine hene

 Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber erdhejê 88 hezar xanî yan hilweşiyane yan divê bêne hilweşandin.

Parlamentera Meletiyê ya AKPê Oznur Çalik ragihand, “Ji ber erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê, li Meletiyê 88 hezar xanî kavil bûne yan divê bêne hilweşandin.”

Oznur Çalik, roja 2ê Adara 2023ê li Meletiyê serdana rojnameyên herêmî kir û derbarê xebatên erdhejê de zanyarî dane wan. Çalik dibêje, dema li navçeya Erkenekê lêkolîna avahiyên di erdheja yekem de hilweşiyabûn dikirin erdheja duyem çêbûye û hemû saziyên dewletê li qadê bûne.

Çalik herwiha derbarê avahiyên zerar dîtîn de got: “Li Meletiyê divê 88 hezar xanî yan kavil bûne yan divê bilez bêne hilweşandin. Li Meletiyê dê 62 hezar xanî bêne çêkirin û li gundan jî 16 hezar û 500 xanî dê bêne çêkirin.”

 

Rudaw

Top