• Sunday, 15 February 2026
logo

Şer li Baxozê didome – Herî kêm 38 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media March 12, 2019 Nûçe
Şer li Baxozê didome – Herî kêm 38 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Tê gotin ku piştî şerekî giran bi sedan çekdarên DAIŞê yên li nahiya Baxoz ya Dêrazora Sûriyê teslîmî şervanên HSDê bûne.

Şeva borî şerekî giran di navbera şervanên HSD û çekdarên DAIŞê de li nahiya Baxoz ya Dêrazorê qewimî û heta berbanga sibê jî berdewam bû.

Berdevkê HSDê Mistefa Balî gotiye, şervanên wan pêşde diçin û herî kêm 38 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 3 şervanên wan jî şehîd bûne.

Ji aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî YPGê dane zanîn ku îro bi sedan çekdarên DAIŞê teslîmî HSDê bûne.


Basnews
Top