• Friday, 20 February 2026
logo

Berdan Mardînî ji Nêçîrvan Barzanî re çi got?

Berdan Mardînî ji Nêçîrvan Barzanî re çi got?

Hunermendê Kurd ê navdar ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Berdan Mardînî ragihand, ku wî bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kiriye.

Berdan Mardînî, hunermendê Kurd roja Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyekî xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kiriye û ragihandiye, ew bi Serok Nêçîrvan Barzanî re civiyaye.

Hunermend Berdan Mardînî ku bêtir bi stranên xwe yên Kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê jî navdar e, li ser wêneyê parvekirî nivîsek jî weşandiye û tê de gotiye: “Em ji bo mêvandariyê gelek spasiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê rêzdar Neçîrvan Barzanî dikin.”

Mardînî herwiha pesnê kesayetiya Nêçîrvan Barzanî dide û dibêje, “Me axaftinek pir xweş kir, tam mirovekî gelêrî, sade û rûgeş e.”

Berdan Mardînî amaje bi rola Nêçîrvan Barzanî di alîkariya mexdûrên erdheja 6ê Sibatê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de jî kiriye û daye xuyakirin, ku roleke wî ya diyar di şandina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê de hebûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çendîn karwanên alîkariyê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, herwiha tîmên teknîkî şandin navçeyên erdhejê û alîkarî gihandin xelkên wan navçeyan.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo şopandina rewşa navçeyên erdhejê û xelkên wan navçeyan, roja 14ê Sibatê serdana parêzgeha Dîlokê kiribû.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di erdheja 6ê Sibatê de heta niha 45 hezar û 89 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top