• Friday, 20 February 2026
logo

Guterres derbarê Kampa Holê de hişyarî da

Guterres derbarê Kampa Holê de hişyarî da

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres derbarê Kampa Holê de ragihand, hemû welat berpirsyar in ku welatiyên xwe vegerînin û got: “Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye.”

Antonio Guterres li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bawer im hemû welat berpirsyar in ku welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerînin.”

Guterres îro serdana wan malbatan kir ku ji Kampa Holê bo Iraqê hatine vegerandin û behsa wê yekê kir ku Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye.

Sekreterê Giştî yê NYê ragihand, niha dema wê yekê ye ku hemû welat wek Iraqê bikin û got: “Iraq welatiyên xwe vedigerîne û planekê jî cîbicî dike ji bo dubare vegerê û têkelbûna welatiyên wê bo nav civakê.”

Guterres destnîşan kir, ew welatiyên ku ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê, dixwazin têkelî civaka Iraqê bibin, loma gelek girîng e ku hemû welat wek Iraqê kar bikin.

Kampa Holê bi dûriya 40 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 50 hezar kes ji malbatên çekdarên DAIŞê û penaberên Iraqî û koçberên Sûrî tê de niştecî ne, li gor amaran, piraniya kesûkarên DAIŞê yên li kampê, xelkê Iraqê ne.

 

K24

Top