• Sunday, 15 February 2026
logo

YNK daxwaza çend payeyan ji PDKê dike

Gulan Media March 12, 2019 Nûçe
YNK daxwaza çend payeyan ji PDKê dike
Civîna şandeya bilind a YNKê û PDKê bi dawî bû û YNK daxwaza çend payeyan ji PDKê dike.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di civîna îro 12.03.2019ê ya navbera şandeyên bilind ên PDKê û YNKê de, behsa pêkanîna kabîneya 9.mîn a hikûmeta herêma Kurdistanê û payeyên YNKê di wê kabîneyê de hatiye gotûbêj kirin.

Çavkaniyek taybet ji BasNewsê re ragehand, di civîna îro de YNKê di cîha wezareta Pêşmerge de, daxwaza wezareta navxwe kiriye. Herwaha gotine ku ‘’eger beşa me di wezareta Pêşmerge de hebe wek serfermandar, ne pirsgirêke, lê wek wezîr wî erkî naxwazin.’’

Heman çavkaniyê aşkera kir YNK, di cîha serokê parlamentoya Kurdistanê, daxwaza erkekî din kiriye.

Her di heman derbarê de K24ê bi zimanê peyamnêrekî xwe ve belav kir ku YNKê, di cîha serokê parlamentoyê de, daxwaza cîgirê serokê herêma Kurdistanê kiriye.

Basnews
Top