• Friday, 20 February 2026
logo

rixmî astengiyan prosesa reformên nava hêzên pêşmerge berdewame.

rixmî astengiyan prosesa reformên nava hêzên pêşmerge berdewame.

Behsa çend mijarên girîng yên rojevê kirin.

Duh li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Hevpeymanan li Sûriye û Îraqê Jeneral Matthew Macfarlan kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê û rayedarên wezareta pêşmerge jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê prosesa reformên nava hêzên pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û hemahengiya navbera artêşa Îraq û herêma Kurdistanê jî bo rûbirû bûna DIŞIê hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê rixmî destxweşî kirin ji Amerîka û Hevpeymanan bo piştîvanî kirina pêşmerge û artêşa Îraqê, ragihand ku, rixmî hebûna astengiyan wezareta pêşmerge berdewame li ser prosesa reforman.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya welatên dost yên Kurdistanê kir û ku, piştîvaniya vê prosesa han dikin.

Di berdewamiya civînê de her du alî hemfikir bûn ku, hîn jî DIŞI li Îraq û Sûriyeyê metirsiyeke rastîne û tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya navbera tevahiya aliyan bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê kirin.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa kempa Hol û pêşhatên deverê bi giştî mijarên din yên vê civînê bûn. 
 

Top