• Sunday, 15 February 2026
logo

15mîn salvegera serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê tê vejandin

Gulan Media March 12, 2019 Nûçe
15mîn salvegera serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê tê vejandin
Îro 15 sal di ser serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin û ji bo bîranîna salvegera vê serhildanê, çend çalakî tên lidarxistin.



Li Rojavayê Kurdistanê di 11 Adarê de, bi şev mûm têne vêxistin, herwiha Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li derve jî bi çalakiyan salvegera serhildana 12ê Adarê bi bîr tînin.



Li bajarê Hewlêrê jî li parka Şanederê, çalakiyeke ji bo bîranaîna serhildana 12ê Adarê hat lidarxistin ku têde hejmarekî ji siyasetmedar û çalakvnên Kurd beşdar bûn.



Di vê çalakiyê de mûm hatin vêxistin û wêneyên şehîdên serhildana 12ê Adarê hatin bilindkirin.



Çalakiya li Hewlêrê ji aliyê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê el-Partî ve, ku endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, hate encamdan.



Yekîtiya Ciwan û Xwendevanên Demokrat a Kurdisan – Rojava ku rêxistineke ser bi el-Partî ve ye, çalakî organîze kiribû.



Di 12ê adara 2004an de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.



Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn.



Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn.

Rudaw
Top