Fermendeyê Serbazî:Ger hûn deng nedin AKP, gundê we dişewîtinim!
Li gorî Nûçeya Arti Gerçek, Fermandeyê Leşkerî yê Gundê Qesrika Mêrdinê, Endamê Meclisê HDPê yê navçeya Çiya Maziyê Hikmet Erez biriye nav daristanekê û bi kuştinê gef li wî xwariye.
Piştre Fermande gundî komkirine û gotiye wan, eger hûn dengê xwe nedin AKPê, ew dê gund bişewitîne.
Gundiyên Qesrikê dibêjin, jiyana wan di nav xeteriyê de ye û rojana gef li wan têne kirin.
Di hilbijartina borî de, HDP 840 deng û AKP jî, 90 deng girtibûn.
K24
