• Sunday, 15 February 2026
logo

Şandeke hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ye

Gulan Media March 11, 2019 Nûçe
Şandeke hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ye
Bi armanca giftûgo kir derbarê çend pirsên taybet bi şehîdan û qurbanên çekên kîmyayî şandeke wezareta karûbarên şehîdan û enfalkiriyan a hikmûeta Kurdistanê serdana Bexdayê kir.

Li gor jêderan ew şandeya wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan bi armanca giftûgo derbarê gorên komî yên Kurdên êzdî, ku bûn qurbana destê DIŞIê û babeta qurbanên çekên kîmyayî û çend pirsekî din ên taybet girêdayî şehîdan ve, li Bexdayê ne û heta naha çend civînek jî pêkanîne.

Tê payîn ku di civînan de behsa çawetiya kolandina gorên bi komî yên li devera Koço ya li Şingalê were kirin.
Top