Serokê WHO serdana bakurê rojavayê Sûriyê kir
Rêveberê Rêkxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), Tedros Adhanom serdana bakur û Rojavayê Kurdistanê kir ku di erdheja 6 Sibatê de ziyan gihiştiye wan navçeyan. Tedros Adhanom yekem berpirsê pile bilind yê saziyên NY bû ku serdana navçeyê ziyandîtî yên opozisyonê bike.
Adhanom bi rêya deriyê sînorî yê Bab el-Hewa derbasî wan navîeyan bû ku di bin kontrola Desteya Tehrîr el-Şam de ye.
Piştî erdhejê, çalakvan û tîmên hewarçûnê derengketina gihiştina alîkariyên NY û bersivdana sist ya wan saziyan protesto kirin li hember wan balefirhelgirên ku bi alîkariyên mirovî radestî hikûmeta Sûriyê kirin.
Ji 6 Sibatê ve û heta niha, nêzîkî 420 barhelgirên alîkariyên NY derbasî navçeyên grûpên çekdar bûne.
Nêzîkî 4 milyon kes li navçeyên derveyî kontrola hikûmeta Sûriyê dijîn û 90% ji wan li ser alîkariyên NY dijîn.
Serdana Tedros Adhanom ji bo wan navçeyan piştî serdana wî ya ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed tê ku roja 12 meha bûrî encamp dabûn.
Erdheja roja 6 Sibatê ku li çend navçe li Tirkiyê û Sûriyê hejandin, têde zêdetir ji 50 hezar kesan cane xwe ji dest dan. Hikûmeta Sûriyê ragihand, 1,414 kesan cane xwe ji dest dane û lê li navçeyên grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve 4, 537 kesan cane xwe ji dest dan.
Rudaw
