Muna Qehweçî: Em qebûl nakin ti parlamenter û fraksiyonek dijatiya pêkhateyan bike
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê derbarê êrîşên parlamenterekî YNKê ya di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de bo ser pêkhateya tirkmen, ragehand ku ji parlamenterê YNKê re qebûl nekiriye û qebûl nakin ku ti parlamenterek jî dijatiya pêkhateyan bike.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Parlamenterê Kurdistan ê ser bi fraksiyona YNKê Hawrê Mela Star, eger înkara pêkhateya rasteqîne ya tirkmen û pêkhateyên din bike, li gel min ew ne nûnerê rasteqîn ê xelkê ye. Ew wisa nîşan dide ku partiya wî dijatiya pêkhateyan dike, me jî ew kar jê re qebûl nekir û bi ti awayekî jî em qebûl nakin ti parlamenterek, li fraksiyonan heqaret û sivikayiyê bi pêkhateyan bike.’’
Herwaha got, îro destpêka dema nû yasadanan a Parlamentoya Kurdistanê de, çavê xelkê li wê ye ku rewş û debara xelkê bê baştir kirin, lê parlamenterê YNKê tê sivikatî bi pêkhateyan dike.
Muna Qehweçî amaje bi wê yekê jî kir ku ew wek sekretera Parlamentoya Kurdistanê naçar maye ku bersiva tund bide Hawrê Mela Star, ku rê nede xwe sivikatiyê li pêkhateyan bike.
Muna Qehweçî diyar kir, ew parlamenterê YNKê mafê wî tine helsengandinê ji bo pêkhateyan bike, ji ber pêkhate bixwe biryar didin û wek partiyên siyasî yên din bixwe nûnerê xwe yên rasteqîn ên xwe ne. Pêkhate jî ji aliyê xelkê ve deng standine û bûne parlamenter û nûnerên pêkhateyên xwe.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê dawiyê de jî got, Seroka Parlamentoya Kurdistanê ku ser bi YNKê ye, bersiva êrîşa Hawrê Mela Star da, ji ber wê jî pêwîst nedîtiye ku daxwaza daxuyaniyê ji YNKê bike, eger na qebûl nakin ti kesek sivikatiyê bi pêkhateyekî bike.
Basnews
