• Friday, 20 February 2026
logo

Dr. Şaxewan Ebdula daxwaz ji Sûdanî dike demekî kurt de saziyên leşkerî yên Kerkûkê kontrol bike

Dr. Şaxewan Ebdula daxwaz ji Sûdanî dike demekî kurt de saziyên leşkerî yên Kerkûkê kontrol bike

 Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula bi tundî ew destdirêjiyên li ser cotkarên kurd li Kerkûkê tên kirin şermezar kir û daxwaz ji fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û Serokwezîrê Iraq a federal Mihemed Şiya Sûdanî kir demildest saziyên leşkerî yên nav parêzgeha Kerkûkê kontrol bike.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di beyanameyekî de, bi tundî dubarebûna destdirêjî û zêdegaviyên li ser cotkarên kurd û rêgiriya li wan tê kirin ku zeviyên xwe nekêlin bi tundî şermezar kir, ku ji aliyê fermandariya leşkerî ya firqeya 8 a artêşa Iraqê ve hatiye kirin û ragehand bi armanca çêkirina pirsgirêk û krîza di nav pêkhateyan de ew yek hatiye kirin.

Dr. Şaxewan Ebdula daxwaz ji Sûdanî kir, demildest destwerdanê bike û wan destdirêjiyan rawestîne. Saziyên leşkerî yên nav parêzgeha Kerkûkê kontrol bike û rêgirî bike li bikaranîna artêşê di berjewendiya hin aliyan de.

Herwaha diyar kir, ew kar berevajî yasa û destûrê ye, lijneya asayîş û berevaniya parlamentoyê jî erkdar kiriye ku dûvçûnê ji bo wê pirsê bike û lêkolînê li ser wan destdirêjiyan bike.

Dr. Şaxewan Ebdula diyar kir, herçend pêwendiyên berdewam li gel serokwezîr heye jî, lê destdirêjiyên firqeya 8 berdewame, bi armanca naçar kirina kurdan û vegerandina Beisiyan û niştecih kirina wan li navçeyê ew hewldan berdewam dikin. Herwaha daxwaz kir ku lez bê kirin ji bo derxistina yasa bo hilweşandina biryarên encûmena rêveberiya şoreşa hilweşyayî, ku sînorek ji bo diyardeya destdirêjiya ser cotkarên kurd û tirkmenên navçeyê bê danîn.

 

Basnews

Top