• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya

Serok    Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya

Behsa rewşa deverê û Îraqê hate kirin.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hikûmeta Brîtanyayê bi Serokatiya wezîrê dewlet bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, Başûr Asya û karûbarên Netewên Yekgirtî li wezareta derve ya Brîtanyayê Lord Ahmed kir.

Di civînê de ku, Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Mark Bryson Richardson û Konsulusa vê welatî li Hewlêrê Rosie Cave jî têde beşdar bûn, şanda Brîtanî rêzdariya xwe ya li hember xebat û têkoşîna Serok Barzanî û rol û bandora Serok Barzanî bo dabîn kirina aramiya Kurdistan û Îraqê diyar kir.

Di heman civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya deverê û pêşhatên dawî yên nava prosesa siyasiya Îraqê jî hate kirin û têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên li dor rewşa navxweyiya herêma Kurdistanê û nakokiyên navbera aliyên siyasî anîn ziman û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime îsal hilbijartin were kirin.

Têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê mijareke din ya vê civînê bû û her du alî tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên han kirin.

Top