• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsye û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Rûsye      û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Ilbrus Kutrashiv û şanda pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên di navbera her du aliyan, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û deverê kir.

Herwiha me giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û bernameya hikûmet û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser serwerî û parastina asayîşa welatiyan kir.

Top