• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Ebadî behsa çareser kirina kêşeyan kirin

Mesrûr Barzanî û Ebadî behsa çareser kirina kêşeyan kirin

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Heyder Ebadî civiya.

Duh  Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Îraqê birêz Heyder Ebadî kir.

Di civînê de me tekez li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir ku, li berejwendiya tevahiya pêkhateyên Îraqê de be.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir bi armanca ava kirina bingeheke bihêz ya abûrî.

Me herwiha behsa sêd wergirtin ji derfetan kir  bo pêşxistina rewşa abûrî li Îraqê û pêşkêş kirina baştirîn xizmetgozariyan bo welatiyan.

Top