Serokê Îranê Hesen Rohanî li Bexdayê ye
Pêştir Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana Rohanî aşkere kir û ragihand, armanc ji serdana Hesen Rohanî bihêzkirina pêwendiyên di navbera Tehran û Bexdayê de ye.
Zerîf da zanîn, rewşa aloz ya Sûriyê jî tewerke din a civînên di navera aliyên Îranê û Iraqê de dibe.
Herwiha aşkere kir, di serdana Rohanî de pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera her du welatan de ji wan jî pirsa transîtê, wize, xalên sînorî û çend babetên din tên gotûbêjkirin.
Waar.tv
