Beşîr Hedad bo zimanê kurdî hişyarî da Hikûmeta Iraqê
Dr. Beşîr Hedad di civîna ligel Rêvebera Giştî ya Xwendina Kurdî li Wezareta Perwerdeya Iraqê Sena Germyanî civîya û di civînê da aşkere kir divê pêpendî bi wê destûrê bihê kirin a derbarê zimanê kurdî û zimanê kurdî jî li dibistanan weke zimanê erebî bihête xwendin û giringî bi zimanê kurdî bihê dayîn.
Nivîsgeha Dr. Beşîr Hedad di daxuyaniyê da ragihandiye Dr. Hedad ligel Sena Germîyanî behsa kêşeyên li ber zimanê kurdî kiriye.
Herwiha Dr. Beşîr amaje bi wê yekê jî kiriye ew destûrê nadin destûr bihête binpêkirin û zimanê kurdî di dibistanên Iraqê da bihê piştguhkirin.
Basnews
