Kerkûk- Zimanê kurdî wê bi fermî di dezgehên hikûmetê de were bi cîkirin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, ji îro pê ve zimanê kurdî bi awayekî fermî li dezgehên hikûmetê yên li Kerkûkê tê cî bicîkirin.
Îro roja sêêşem 28.02.2023an Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah ragihand: “Îro Encûmena Wezîran bersiva nameyekê da ku divê îro dest pê bike û li hemû ofîsên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên dervetî îdareya Herêma Kurdistannê de danasîna zimanê kurdî û xebata bi kurdî bê cî bicîkirin.
Dr. Şaxewan Ebdullah dibêje: "Em we piştrast dikin ku em ê di demeke nêzîk de destûra Iraqê û yasaya zimanên fermî yên zimanên fermî li hemû navendên biryardanê bicih bînin."
Basnews
