• Friday, 20 February 2026
logo

Erebên hawirde gefa dagirkirina gundekî Kerkûkê dixwin

Erebên hawirde gefa dagirkirina gundekî Kerkûkê dixwin

Jêderekî ji gundê Şenaxe yê ser bi Sergeran ji Kurdistan24ê re ragihand, Erebên hawirde gefê li cotkarên Kurd ên gundê Şenaxe xwarine û dixwazin îro bikevin nav gund û zevî û erdên cotkarên Kurd dagir bikin.

Jêderê Kurdistan24ê diyar kir, Erebên hawirde çadir bi xwe re anîne û niyeta wan xirab e û dixwazin li gund bimînin û zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Herwiha eşkere kir, di egera hatina wan de, cotkarên Kurd dê rûbirûyî wan bibin û rê nadin vê dagirkeriyê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ji bo rêgirtina li her egereke neçaverêkirî, hêzeke artêşa Iraqê jî li nav gund hatiye belavkirin.

 

K24

Top