Civata parêzgeha Besreyê li dijî hikûmetên Îraqê doz vedike
Li gor çapemeniya Îraqê, endamên civata parêzgeha Besreyê dest bi vekirina dozê li dijî hikûmetên berê yên Îraqê kirine ku li hember projeya bi herêm kirina Besreyê ti helwêstek raber nekirine.
Ji aliyeke din ve endameke civata parêzgeha Besreyê bi navê Kerîm Elşewak daxwaz ji hikûmeta nû ya Îraqê kiriye daku daxwaza xelk û civata parêzgeha Besreyê bicîh bîne û rê bo bi herêm kirina Besreyê xweş bike.
