• Friday, 20 February 2026
logo

Talîban: Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Kabîlê hat kuştin

Talîban: Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Kabîlê hat kuştin

AFP ragihand ku Talîbanê berpirsekî payebilind ê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li paytexta Efxanîstan Kabîlê kuştiye.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid di daxuyaniyekê de ragihand, berpirsekî payebilind ê DAIŞê li parêzgeha Xorasanê, Qarî Fatîh, roja sêşemê ji aliyê hêzên ewlekariya Talîban ve hat kuştin.

Zabihullah Mucahid got: "Berpirsê DAIŞê rasterast beşdarî teqînên vê dawiyê li Kabulê bû, bi taybetî êrîşên li ser şanderên navdewletî, mizgeft û cihên din."

Çapemeniya efxanî ragihand, Qarî Fatih îro li kolana Xerxana ya Kabulê ji aliyê hêzên ewlekariya efxanî ve hat kuştin, berpirsên Talîbanê wêneyekî wî li ser Twitterê belav kirin. 

Li gorî rapora Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di Tîrmeha 2022an de hat weşandin, Qarî Fatîh yek ji serkirdeyên herî diyar ên DAIŞê li Xorasanê ye ku heta Hindistan, Îran û Asyaya Navîn dirêj dibe.

DAIŞ li Xorasanê êrîşên li ser tîm û şandeyên navneteweyî û her weha mizgeftan zêde kirine û bûye hêza herî metirsîdar ji bo Talîbanê ji dema ku di Tebaxê de vegeriya ser desthilatê.

 

Basnews

Top