• Friday, 20 February 2026
logo

Li Denmarkê nijadperestên Tirk ciwanekî Kobanî bi giranî birîndar kirin

Li Denmarkê nijadperestên Tirk ciwanekî Kobanî bi giranî birîndar kirin

Li bajarê Esbjerg ê Denmarkê grûpeke nijdaperestên Tirk êrîşî ciwanekî Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirin û bi kêran ew bi giranî birîndarkirin.

Hat ragihandik xortê ji Kobanî ku hatiye birîndarkirin navê wî Mihemed Oso ye, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û tendirustiya wî ne cîgir e.

Li gorî zanyariyan malbateke Efrînî, di dema êrîşê de mudaxele dike, wî xortê Kurd ji nava destên kesên ku êrîş kirine rizgar dike û polîsan li ser bûyerê agahdar dike.

Heta niha sedema wê êrîş eşkere nebû ye, polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirinê.

 

Rudaw

Top