Erdogan: Li seraneserê Mereşê 12.683 kesan canê xwe ji dest dane
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku li seranserê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda herdû erdhejên 6ê vê mehê bû 12 hezar û 683 kesan canê xwe ji dest dane û got:”Em nikarin kesên mirine vegerînin, lê ew ezmûn û hêza me heye ku em birînan bipêçin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistan kir ku navenda herdû erdhejên sereke yên 6ê Sibata 2023an bû. Erdogan çû navçeya Elbîstan a Mereşê û li navenda Hevahengiya Karesatan derbarê rewşa dawî ya erdhejê û zerer û ziyanên li Mereşê de axivî.
Erdogan ragihand li navçeya Elbîstanê di erdhejê de zêdeyî hezar avahiyan hilweşiyane û got: “Li seranserê Mereşê 12 hezar û 683 welatiyên me canê xwe ji dest dane. Em nikarin kesên mirine vegerînin, lê ew ezmûn û hêza me heye ku em birînan bipêçin.”
Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibatê paşlerze û erdhejên nû berdewam in û ji welatiyan daxwaz kir ku xwe ji avahiyên ku zerer gihiştine wan dûr bikin.
Serokkomarê Tirkiyê got: “Hejmara ew konên ku me li Mereşê belavkirine gihiştiye 77 hezaran. Me plana avakirina 24 hezar konteyniran jî kiriye.”
Derbarê karûxebatên jinûveavakirinê de jî Erdogan got: “Em dest bi avakirina 309 hezar yekeyên niştecihbûnê dikin. Em dê di pêngava yekem de li Mereşê 83 hezar yekeyên niştecihbûnê û 18 hezar xaniyên gundan çêbikin. Ez tenê ji we bo vê yekê daxwaza salekê dikim. Me di karesatên berê de çawa ti kesek mexdûr nekir em dê li navçeyên erdhejê jî heman tiştî bikin.”
Rudaw
