• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Li seraneserê Mereşê 12.683 kesan canê xwe ji dest dane

Erdogan: Li seraneserê Mereşê 12.683 kesan canê xwe ji dest dane

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku  li seranserê  parêzgeha Mereşê  ya Bakurê Kurdistanê ku navenda herdû erdhejên 6ê vê mehê bû 12 hezar û 683 kesan canê xwe ji dest dane û got:”Em nikarin kesên mirine vegerînin, lê ew ezmûn û hêza me heye ku em birînan bipêçin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an  serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistan kir ku navenda herdû erdhejên sereke yên 6ê Sibata 2023an bû. Erdogan çû  navçeya Elbîstan a Mereşê û li navenda Hevahengiya Karesatan derbarê rewşa dawî ya erdhejê û zerer û ziyanên li Mereşê de axivî.

Erdogan ragihand li navçeya Elbîstanê di erdhejê de zêdeyî hezar avahiyan hilweşiyane û got: “Li seranserê Mereşê 12 hezar û 683 welatiyên me canê xwe ji dest dane. Em nikarin kesên mirine vegerînin, lê ew ezmûn û hêza me heye ku em birînan bipêçin.”

Recep Tayîp Erdogan  diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibatê paşlerze û erdhejên nû berdewam in û ji welatiyan daxwaz kir ku xwe ji avahiyên ku zerer gihiştine wan dûr bikin.

Serokkomarê Tirkiyê got: “Hejmara ew konên ku me li Mereşê belavkirine gihiştiye 77 hezaran. Me plana  avakirina 24 hezar konteyniran jî kiriye.”

Derbarê karûxebatên jinûveavakirinê de jî Erdogan got: “Em dest bi avakirina 309 hezar yekeyên niştecihbûnê dikin. Em dê di pêngava yekem de li Mereşê 83 hezar yekeyên niştecihbûnê û 18 hezar xaniyên gundan çêbikin. Ez tenê ji we bo vê yekê daxwaza salekê dikim. Me di karesatên  berê de çawa ti kesek mexdûr nekir em dê li navçeyên erdhejê jî heman tiştî bikin.”

 

Rudaw

Top