• Friday, 20 February 2026
logo

Li Qeyseriyê jî erd hejiya

Li Qeyseriyê jî erd hejiya

Li navçeya Încesu ya ser bi parêzgeha Qeyserî ya Tirkiyê bi hêza 4.4 û 4 pile, du erdhej rûdan.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro li navçeya Încesu ya ser bi parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê, bi hêza 4.4 û 4 du erdhej qewimîn.

Herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 18:16 xulekan û 19:59 xulekan de, 7,7 kîlometre û 6,98 kîlometre di bin erdê der rûdane.

Ev di demekê de ye ku îro li bajarê Osmaniye yê Tirkiyê bi hêza 4.1 pile erdhej rûdabû.

Herwiha îro li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jî bi hêza 4.5 û 4.1 pile, du erdhejên nû rûdabûn.

 

K24

Top