90 çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê dikin
Rewangehê belav kir, paşxistina êrîşa HSDê li ser Baxozê ji ber wê serdeman e, hejmarek ji şervanên HSDê dîl di destê DAIŞê de hene, hebûna sivîlan hene û herwiha hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê di tonelan de hene.
Ji destpêka operasyona HSDê li rojhilatê Dêrazorê û heta niha zêdetir ji 3 hezar çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine, ku di nava wan de nêzîkî hezar çekdarên biyanî ne.
Di wê derbarê de Hevserokê Pêwendiyên Derve di Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer ragihand, ji astengên li pêşiya HSDê piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, hebûna bi hezaran çekdar û malbartên DAIŞê ne û divê ev mijar di çarçova hevahengiyeke navdewletî de bê çareserkirin.
K24
