• Sunday, 15 February 2026
logo

Mehmûd Mihemed: Divê hemû alî bi hev re hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin

Gulan Media March 10, 2019 Nûçe
Mehmûd Mihemed: Divê hemû alî bi hev re hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin
Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştî civînê Pevdarê PDKê naveroka civînê di konferanseke rojnamevanî de şakere kir.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, PDK serdana tevahiya aliyan dike û divê hemû alî bi hev re hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.

Derbarê civîna PDK û YNKê de got: “Li bendê ne YNKê kandîdê xwe ji bo posta Serokatiya Parlemantoyê yekalî bike. Herwiha Ta niha me bi YNKê re behsa dabeşkirina postan nekiriye.”

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Peyvdarê PDKê aşkere kir, pêşveçûn di di pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Di konferansa rojnamevanî de hat diyarkirin, PDK dixwaze hikûmeteke bihêz û ferehalî pêk bîne û ji bo wê jî îro behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de kir.


Waar.tv
Top